Giştî

Îsraîl: Amerîkayê ji bo êrîşên dijî Xezeyê ji 50î tonî zêdetir techîzata eskerî da

Îsraîlê diyar kir, ji bo êrîşên ku di 7ê Cotmeha 2023yan da li dijî Xeta Xezeyê dest pê kirin, Amerîkayê heta niha ji 50î tonî zêdetir techîzata eskerî da wan.

AMEDTIMES- Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Parastinê ya Îsraîlê hat dayîn, di çarçoveya tevkariyê ya di navbera Amerîka û Îsraîlê de heta niha ji Îsraîlê re wekî techîzata eskerî 500 balafirên eskerî û 107 keştî hatin sewqkirin.

Balafirên eskerî û keştiyan heta niha ji 50 tonî zêdetir ekîpmanên eskerî ji Îsraîlê re anîn.

Di piştgiriya eskerî de wesayîtên bizirx, muhîmatên eskerî, cebilxane û techîzatên parastinê yên şexsî û ekîpmanên tibî hene.