Giştî

20 zarokên Bidlîsê ve hatin sinetkirin û şahî hat li darxistin

Ji bo 20 zarokên ku ji aliyê Rêveberiya Herêmê ya Weqfan a Bidlîsê va hatin sinetkitin şahî hat li darxistin.

AMEDTIMES- Di çarçoveya çalakiyê de zarok li cihên dîrokî yên Bedlîsê hatin gerandin, dûre zarok li Tetwanê li Golê Wanê geriyan û paşê jî li qada fuarê beşdarî çalakiyan bûn.

Paşê li qada lîstikê ya li kafeyeke li navenda bajêr bi palyaçoyan ra kêfa xwe kirin. Alîkarê Walî Goksel Yuksel, Rêveberê Herêmê ya Weqfan Alî Osman Ayan û Şaredar Nesrullah Tanglay jî erebeya bi baterî û diyariyên curbicur dan zarokan.

Di şahiyê de kek hat birîn, semazenî û govend hat girtin. Rêveberê Çand û Geştiyariyê yê Parêzgehê Alî Fuat Eker, Miftî Mehmet Faysal Geylanî, zarok û malbatên wan beşdarî şahiya sinetkirinê bûn.