Giştî

6 hezar kes li avahiyekê dijîn

Li Polonyayê 6 hezar kes li avahiyeke ku firehiya wê 800 metre ne dijîn.

AMEDTIMES- Avahiya Falowiecê salên 1970yî li Polonyayê hatiye lêkirin, firehiya wê 800 metre ye û avahiya duyem a herî fireh a Ewropayê ye. Li avahiya Falowiecê 1792 daîre hene û tê texminkirin ku li Falowiecê bi tevahî 6 hezar kes dijîn. 

Li Falowiecê 3 rawestgehên otobusan hene, bi tevahî ji 4 beşên cuda pêk tê, 11 tebeqî ye û li her beşeke wê 110 daîre hene.

Di navbera avahiyan de gelek qadên lîstikan û bajarokekî duçerxeyan jî heye.