Giştî

65 kes ji ber DAIŞê hatin desteserkirin

Li 17 parêzgehên Tirkiyeyê di 5 rojên dawî de 65 kes bi tohmeta endamtiya DAIŞê hatin desteserkirin.

AMEDTIMES- Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê ragihand:

“Li 17 bajaran li dijî rêxistina terorê ya DAIŞê di 5 rojên dawî de operasyonên ‘GURZ-9’ê hatin kirin û 65 gumanbar hatin desteserkirin.”

Li gorî daxuyaniya Yerlîkaya operasyon li van bajaran hatiye kirin:  Edene, Afyonkarahîsar, Enqere, Balikesîr, Bolu, Hatay, Stenbol, Kirikkale, Konya, Mêrsîn, Sakarya û Mugla, Sêwaz, Riha, Çewlîg, Kilîs û Meletî.