Giştî

Amedî li wê digerin: Ew 4 roj in ji Narînê tu agahî tune ye

Li navçeya Rezanê ya Amedê zaroka 8 salî Narîn ji 21 tebaxê ve winda ye û heta neha tu agahî jî tune ne. Ew 4 roj in lêgerîna Narînê dewam dikin, heta naha ji kontrolkirina wesayîtan bi tevahî 9 hezar û 300 wesayît hatine kontrolkirin.

AMEDTIMES-  Zaroka 8 salî ya bi navê Narîn li taxa Tavşantepeyê ya navçeya Rezana Amedê ji 21ê tebaxê piştî ku ji kursa Quranê derketiye heta naha tu agahî tune ne û lêgerîna wê berdewam e. Heta naha ji ketin û derketina taxê 9 hezar 300 heb wesayît hatine kontrolkirin.

Ji bo ku Narîn were dîtin li Amedê hemû saziyên civakî û sîvîl, sîyasetmedar, sporvan û welatî sefer bûne. Ew 4 roj in lêgerîna Narînê berdewam e lê heta naha tu şop ji Narînê nehatiye bidestxistin.

Herî dawî ji tax 3 km dûr şimikek hat dîtin lê diya Narînê got ku ew şimik ne aîdê keça wê ye. Ji kameraya dibistana taxê jî dîmeneka kin ya Narînê tê dîtin ji xeynî van  tu diyarde li ber destan nîn e.

Wezîrê Karên Navxweyî telefonê bavê Narînê kir

Parêzvanê Amedê Murat Zorluoğlu, Fermandarê Cendirmeyan yê Amedê Selçuk Yıldırım, Qeymeqamê Surê Asım Solak û Serokê Şaredariya Hazroyê Fuat Mehmetoğlu doh çûn serdana malbata Narînê, Parêzvan Zorluoğlu di serdanê de telefonê Wezîrê Karên Navxweyî Ali Yerlikaya kir, bavê Narînê Arif Güran spasiya xwe pêşkeşî wezîrê kir ku ji bo lêgerîna keça wî piştgirî û alîkarî dane .