Amedspor cara yekem derket Lîga 1emîn - Şampiyonî tê pîrozkirin

Amedspor cara yekem derket Lîga 1emîn. Ji bo serkeftina Amedsporê alîgirên tîma Amedsporê li Soma û li Amedê dest bi pîrozbahiyê kirin.

AMED TIMES- Amedspor cara yekem derket Lîga 1emîn û bajarê Amedê niha bûye qada coş û kelacanê… 

Amedspor cara yekem, derket Lîga 1emîn. Ji bo serkeftina Amedsporê alîgirên tîma Amedsporê li Soma û li Amedê dest bi pîrozbahiyê kirin. Amed niha bûye qada coş û kelacanê. 

Amedspora ku di Koma Sor ya Lîga 2yemîn ya TFFyê de têdikoşiya derket Lîga 1emîn. 

Tîma Amedsporê dê êvarê vegere bajêr. Xelkê Amedê amadehiya pêşwazîkirina tîma Amedsporê dike.