AMED TIMES - Beriya pêşbirka (maça) şampiyoniya Amedsporê bi deh hezaran alîgîr û temaşevan herikîn stadyumê.
Kadroya timê ji bo vê pêşbirkê jî diyar bû.
Beriya pêşbirka (maça) şampiyoniya Amedsporê bi deh hezaran alîgîr û temaşevan herikîn stadyumê.
Amedspora ku xwediyê 80 puanan e va ye di Lîga 2yemîn ya Koma Sor ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de ye û di saet 15.00an de pêşbirka herî girîng a dîroka xwe dê bilîze.
Aligîr û temaşevanên ku beriya pêşbirkê bi saetan hatin stadyumê tijî kirin û beriya pêşbirkê li ber stadyumê bi def û zirneyan govend gerandin.
Va ye kadroya tîma Amedê:
Kaan Dogan
Ugur Adem Gezer
Batuhan Tur
Veli Çetin
Onur Karakabak
Serkan Odabaşoğlu
Taner Gumuş
Çekdar Orhan
Oktay Aydin
Berk Ismail
Mert Capar