AMED - Lijneya Rêveberiyê ya Klûba Amedsporê beriya sezona nû lêgerîna xwe ya antrenorê bi dawî kiriye û ragihand ku wan bi Ersun Yanalî re li hevkirine.
Li gorî daxuyaniya Amedsporê, piştî hevdîtinên duh li Îzmîrê pêk hatiye, bi antrenorê navdar Ersun Yanalî re peymana salekî hatiye îmzekirin. Li gor agahiya hatiye belavkirin di sezona nû de dê Ersun Yanal wek serokê Amedsporê dakeve qadan.
Ersun Yanal kî ye?
Ersun Yanal di 17ê Kanûna 1961an de li navçeya Buca ya Îzmîrê ji dayik bûye.
Yanal ê ku di 3 saliya xwe de bi malbata xwe re li Saraykoyê bi cih bûye, piştî xwendina xwe ya navîn di sala 1974an de li Denîzliyê li lîseyê Beşa Elektrîkê dest bi xwendinê kiriye.
Yanal piştî qedandina lîseyê, li Zanîngeha Celal Bayar beşa Perwerdehiya Bedenê dest bi xwendinê kir û li wir beşa 'Rêveberiya Sporê' xwend.
Yanalî demekê di klûbên amator ên wekî Sarayköyspor, Nazillispor û Aydinsporê de futbolê lîstiye.
Di salên 1990î de li Sarayköyspora ku wê demê di lîga 3yemîn de bû, dest bi karê rahêneriyê kiriye.
Di kariya wî de piştî ku di sala 1996an ji Denizlisporê re rahênerî kir her tişt guheri.
Tîmên ku bi awayeke profesyonel de ji wan re antrenorî kiriye ev in:
1996 : Denizlispor
1997-98: Yeni Salihlispor
1998-00: Denizlispor
2000-02: MKE Ankaragücü
2002-04: Gençlerbirliği - 2003 û 2004 di Kupaya Tirkiyê de bû duyemîn
2004-05: Türkiye
2005-07: Manisaspor
2007-09: Trabzonspor
2012-13: Eskişehirspor
2013-14: Fenerbahçe - Şampiyoniya Lîga Super
2014-15: Trabzonspor
2016- 17: Trabzonspor
2018-20 :fenerbahçe
2020-21: Antalyaspor
2023: AlanyaSpor