Giştî

Balafirgeha Stenbolê di meha Tebaxê da mazûvaniya 7,7 milyon rêwiyan kir

Rêvebirê Payebilind (CEO) yê dezgeha ÎGAyê ya Balafirgeha Stenbolê Selahattîn Bîlgen daxuyand ku di meha Tebaxê da Balafirgeha Stenbolê bi 46 hezar û 939 seferan va mazûvaniya 7,7 milyon rêwiyan kir.

AMEDTIMES- Bîlgen li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daneyên rêwiyên balafirgehê yên meha Tebaxê eşkere kir.

Bilgen bal kişand ku ev reqem serkeftineke girîng e û wiha got: "Qedandina 46 hezar û 939 seferên serkeftî û mazûvaniya 7 milyon û 720 hezar û 134 rêwiyan, nîşaneyên berbiçav ên xebata tîma me ya ÎGAyê ya ku her tim pêşva diçe û binesaziya me ya zexm e. Ez spasiya hemû hevrêyên xwe yên ku keda wan di vê serkeftinê da heye dikim û ji dil û can bawer dikim ku emê vê xebatê her meh zêdetir bikin û bidomînin."