Giştî

Baldariyeke baş ji bo pirtûka “Arafta Duet /Li Berzexê Duet” tê nîşandan

Romana ku hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş û wergervan Yîgît Bener bi hev re nivîsandiye “Arafta Duet /Li Berzexê Duet”, yek ji pirtûkên ku herî zêde tê firotin e.

AMED TIMES - Romana ku ji aliyê Selahattîn Demirtaş û Yîgît Bener ve hatiye nivîsandin, li Tirkî ji aliyê xwîneran ve baldariyeke baş dibîne. Di romanê de, çîroka parêzerekî malnişîn ê çepgir û generalekî malnişîn hatiye dariştin û behsa raboriyekeye aloz tê kirin. 

Romana dawî ya hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ku bi hevkariya wergervan Yîgît Bener nivîsîne, li Tirkiyê baldariyeke baş dibîne û di nav pirtûkên herî zêde tên firotin de ye. 

"Ev roman çîroka rûbirûbûnê ye"

Yîgît Benerê ku nivîskar û wergêr e wiha behsa naveroka romana xwe û Demîrtaş kir:

“Di rastiyê de ev roman çîroka rûbirûbûnê ye. Yek generalekî teqawid e û yek jî parêzerekî teqawid ê çepgir e. Herduyan di derbeya 12ê Îlonê de li eniyên li hemberî hev cih girtiye. Bi tesadufî, li hev rast tên û rûbirûyî hev dibin.”

"5 sal in em di pêwendiyê de ne"

Yîgît Bener li ser pêwendiya xwe ya bi Demîrtaş re jî wiha axivî:

“Bi rastî berê min û Demîrtaş hevdû nas nedikir. Helbet min `Serok Seloyê` siyasetmedar nas dikir û ez yek ji 6 milyon dengderên wî bûm. Dema ew avêtin girtîgehê ez gelekî aciz bûm. Rêyên me yên ku em hevkariya xwe nîşan bidin nebûn. Min dît mereqa wî ya edebiyatê heye û pirtûkan dinivîse. Min pirtûkên wî kirîn û derbarê wan de nivîs nivîsandin. Min piştre parêzerekî wî nas kir û jê re pirtûk şandin. Piştre me name ji hev re nivîsandin û 5 sal in ev berdewam dike.”

Demîrtaş û Bener di romanê de behsa çîroka 40 salên dawî ya dîroka aloz a Tirkiyeyê û nakokiya dirêj a Kurdan û Tirkiyê û hewlên aştiyê dikin.

“Gelo dê ev aştî çawa pêk were?”

Bener da zanîn ku roman, li hinek bersivên nakokiyên di navbera Kurd û Tirkan digere û wiha got:

“Ewqas pevçûn, mirin, êşkence û bûyerên tirsnak hene di vê civakê de ku çawa dikare aştî pêk were? Serkeftina teqez a aliyekî ji wan tenê dê hestên heyfstandinê hişyar bike. Lê civak bi vî awayî nagihe aştiyê. Ji ber heyfstandin ne dadmendî ye. Ji ber vê yekê jî di pirtûkêde lêpirsîna ‘Gelo dê ev aştî çawa pêk were?’ heye.”

Selahattîn Demîrtaşê 51 salî ye û ji sala 2016an ve girtî ye û 42 sal ceza lê hatiye birîn.