Giştî

Bankên li Parqê dizîn!

Li Qosera navçeya Mêrdînê meha borî 6 heb bank li parqê hatibû lêkirin 5 hebên wan ji hin kesên ku nasnameya wan nediyar hat dizîn.

AMED TIMES- Li navçeya Qoserê taxa Firatê di cadeya 35an de Rêveberiya Parq û Bexçeyan 6 heb bank li parqê lêkir. Lêbelê ji 6 hebên bankan 5 heb hatiye dizîn. Piştî agahdariya xelkê taxê karmendên şaredariyê çûn cihê bûyerê û xebata bank lêkirinê dan destpêkirin.

Polîs jî li dizên bankan digerin.