Giştî

Barhilgirê otomobîl perçiqand: Mirî û birîndar hene

Li parêzgeha Erzinganê barhilgir û otomobîlek li hev qelibîn, 4 kes mirin û 2 kes jî bi birîndar bûn.

AMEDTIMES- Li ser rêya Erzîngan û Sêwazê  barhilgir û otomobîlek li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tendirûstiyê çûn cihê bûyerê.

Li gorî zanyariyan 3 kesan li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û 3 kes jî giran birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyê lê ligel hemû midexaleyan zarokê birîndar canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku rewşa 2 birîndarên din jî giran e.