Giştî

Baroya Amedê piştî 7 salan çû serdana parêzgar

Serokê Baroya Amedê Nahit Eren û endamên Lijneya Rêvebiriyê çûn serdana parêzgarê Amedê Murat Zorluoglu.

AMEDTIMES- Baroya Amedê derbarê mijarê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxiyaniyek belav kir.

Baroya Amedê got, “Serokê Baroya me û endamên Lijneya Rêvebiriyê çûn serdana Parêzgerê Amedê Murat Zorluoglu.”

https://x.com/Diyarbakirbaro/status/1826286305715814862?ref_src=twsrc%5Etfw%7Ctwcamp%5Etweetembed%7Ctwterm%5E1826286305715814862%7Ctwgr%5E55bf830172529da44c68fbbc040d493ae98f3777%7Ctwcon%5Es1_&ref_url=https%3A%2F%2Fwww.rudaw.net%2Fkurmanci%2Fkurdistan%2F2108202414

Li aliyên din, Parêzgariya Amedê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku Parêzgarê Amedê Murat Zorluoglu Serokê Baroya Amedê Nahit Eren û endamên Lijneya Rêvebiriyê qebûl kiriye.

Piştî 7 salan cara yekem e ku Baroya Amedê diçe serdana Parêzgariya Amedê û ji aliyê parêzgar Murat Zorluoglu ve hatin pêşwazîkirin.