Giştî

Bi Hevkariya Şaredariya Mêrdînê û SES’ê perwerdehiyên tenduristiyê yên jinan dest pê kir

Bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Sendîqeya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê(SES)’ê, ji bo jinên li gund û bajaran dijîn perwerdehiyên tenduristiya jinan hatin destpêkirin

AMEDTIMES- Di  çarçoveya vê perwerdeyê de ew ê di mijarên Plansaziya Malbatî, Mûayenekirina Penceşêra Malzarokê û Xwe bi Xwe Mûayenekirina Pêsîrê de agahiyên pêwist bên dayîn. Armanca vê projeyê ew e ku jinan derbarê tenduristîyê de hişyar bikin û teşhîskirina zû berbelav bikin.