AMEDTIMES- Murat Yildizê 26 salî ku li Taxa Sanayiyê ya Besmilê dijiya, 24ê Tebaxê ji mala xwe derket û careke din venegeriya.
Li ser vê malbata wî aliyên pêwendîdar ji rewşê agahdar kirin.
Tîman, xebatên lêgerînê da destpêkirin û li Taxa Akpinarê ya navçeyê cil û bergên Yildiz li qeraxê Çemê Dîcleyê hatin dîtin.
Tîmên tenduristiyê, AFAD, cendirme û tenduristiyê li herêmê geriyan û wan cesedê Yildiz li devera Gundê Beravayê di çem de dît.
Cesedê Yildiz ji avê hat derxistin û tîman ji bo otopsiyê bir morga Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê.