AMEDTIMES- Cîranên ku ji berê ve di navbera wan de pirsgirêk hebû derengê şevê li Taxa yayalayê careke din ketin qirika hev.
Piştî ku nîqaş gur bû û veguherî pevçûnê, M.E. cîranên xwe M.Z., M.O., M.Z. û Ş.Z. dan ber guleyan.
Tîmên tenduristiyê tesbît kir ku M.Z., M.O. û M.Z. li cihê bûyerê mirine.
Tîman Ş.Z. bi birîndarî gihand nexweşxaneyê.
Polîsan li ser bûyerê dest bi lêpirsînê kir.