Giştî

Ciwanê ku ket çemê bendavê jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Depê ya Elezîzê ciwanekî 16 salî bi navê Y.D. ket çemê bendavê jiyana xwe ji dest da.

AMEDTIMES- Li gundê Newalaêş ya navçeya Depê ya Elezîzê ciwanekî 16 salî tevî bavê xwe ji bo ku xwe hênik bikin ketin çemê bendava Ozluceyê. Pêlên avê Y.D. girt ber xwe û wî bir. Bavê Y.D. ket avê û kurê xwe geriya lê nedît agahiya cendirmeyê lê çêkir, piştî lêgerîna noqavên tesîsên masîyan termê ciwanê 16 salî hat dîtin.