Giştî

Cristiano Ronaldo di dîroka futbolê da bû yekemîn futbolîzê ku 900 gol avêtin

Cristiano Ronaldo di dîroka futbolê da bû yekemîn futbolîzê ku 900 gol avêtin.

AMEDTIMES- Di pêşbirka yekem a Koma 1ê ya Lîga Aya Neteweyan a UEFAyê da Portugalê li Lîzbona paytext, mêvana xwe Xirvatistan 2-1 têk bir.

Portugal di deqîqeya 7an da bi gola Jose Diogo Dalot 1-0 ket pêş, Ronaldo di deqîqeya 34an da ferq derxist 2yan. Di deqîqeya 41ê da Dalot golek avêt û rewş bi 2-1ê guherand lê dîsa jî Portugalê pêşbirk 2-1 qezenc kir.

Di pêşbirkê da Ronaldoyê ku golek li lîsteya xwe zêde kir, di kariyera xwe da bû yekemîn futbolîzê xwediyê 900 golan.