Giştî

Darkutoka ku li Şirnexê bi birîndarî hat dîtin tê dermankirin

Darkutoka ku li Şirnexê li nava erdan bi birîndarî hat dîtin tê dermankirin.

AMEDTIMES- Li çolwarê navendê kesê ku darkutokeke birîndar û ji halketî dît, rewşa darkutikê bi Şaredariya Şirnexê û Rêveberiya Şaxa Şirnexê ya Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî (DKMP) ragihand.

Ekîb hatin cihê bûyerê û darkutokê birin Yekeya Midaxeleya Acil a Rehabîlîtasyon û Dermankirina Ajelên Kovî ya Şirnexê.

Darkutoka ku li wêderê tê dermankirin piştî ku rehet bû ewê berdin siruştê