Giştî

Di rêya ziyaretê de qeza: Bi dehan mirî û birîndar hene!

Hevya Sor a Îranê ragihand ku otobuseke Pakistanê ya ku berê wê li Kerbelayê bû qulibiye û êgir girtiyê

AMEDTIMES- Li gorî amarên ku Heyva Sor dane, di vê qezayê de 28 kes mirine û 23 kes birîndar bûne.

Li gorî heman çavkaniyê, otobusa ku hemû rêwiyên wê Pakistanî bûn û berê wê ji bo ziyaretê li Kerbelayê bû li bajarê Yezdê yê Îranê ji rê derketiye û li dîwêr xistiye.

Heyva Sor diyar kir ku birîndar veguhastine nexweşxaneyan û birînên 7 birîndaran xedar in.

Ji ber ku êgir girtiye otobusê termên gelek rêwiyan şewitîne.

Midûrê Saziya Qeyranan a Yezdê Mehdî Pazukî da zanîn ku di vê qezayê de 11 jin û 17 mêr mirine.

25ê Tebaxê salvegera Çilê Îmam Husên e ku îmamê 3yem ê Şieyan e.

Gelek Şieyên li Îraqê û welatên din ji bo Çilê Îmam Husên berê didin bajarê Kerbelayê yê Îraqê ku gora wî lê ye