Giştî

DÎSKÎyê pirsgirêka ava şêlo ya 2 gundan çareser kir

Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, pirsgirêka ava şêlo ya du taxên navçeyên Yenîşehîr û Baglarê ku bi salan e berdewam dike, çareser kir.

Rêveberiya Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) ji bo ku ava gemar bi awayekî saxlem bê pengirandin û bi awayekî ku zirarê nede jîngehê bê rêtin xebatên xwe didomîne.

Ekîban çêkirina 2 Îstasyonên Pompeyî û xeteke pompeyî ya hezar û 657 metreyî ya ji bo rakirina avên bermayî yên gundê Êgika navçeya Yenîşehîrê û gundê Gozelê ya navçeya Baxlarê temam kirin.

Bi saya 2 qereqolên ku hatine avakirin, ava bermayiyên taxan dê bên avêtin, li Tesîsa Parzûnkirina Ava Biyolojîk a parêzgehên navendî bên paqijkirin û derbasî Çemê Dîcleyê bibin.