Giştî

Du otomobîlan li jina pîr xist û ew kuşt

Li navçeya Wêranşarê ya parêzgeha Meletiyê du otomobîlan li jineke pîr da û ew jin mir.

AMEDTIMES- Bûyerê li ser rêya Meletî-Semsûrê rû da. Dema Înce Bîlgîliya 65 salî dixwest derbasî aliyên din ê rê bibe otomobîlekê lê xist.

Înce Bîlgîlî bi bandora lêdanê pekiya aliyê din ê rê û li wê derê jî otomobîleke din lê da. Tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê û wan tesbît kir ku jina pir miriye.