Elaldî ji bo biryarên Doza Kobaniyê: Divê edalet di ser siyasetê re be

Serokê Amedsporê Azîz Elaldî bertek nîşanî cezayên girtîgehê yên di Doza Kobanî de da û anî ziman, "Divê edalet di ser siyasetê re be."

AMED TIMES-  Serokê Lijneya Rêvebir ya Amedsporê Azîz Elaldî bertek nîşanî cezayên girtîgehê yên di Doza Kobanî de da.

Elaldî di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de bal kişand ser girîngiya edaletê û rexne li biryarên hikûmetê girt.

Serokê Lijneya Rêvebir ya Amedsporê Azîz Elaldî, cezayên girtîgehê yên di Doza Kobaniyê de hatine dayîn nirxand. Elaldî di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de bal kişand ser girîngiya edaletê û rexne li biryarên hikûmetê girt.

Cezayên girtîgehê yên di Doza Kobaniyê de li tevahiya Tirkiyeyê û platformên navneteweyî dibe sedema bertekên tund. Biryarên dadgehê bandorek mezin li raya giştî kir û nîqaşên li ser polîtîkayên hikûmetê yên di warê mafên mirovan û edaletê de ji nû ve dest pê kir.

Elaldi: Divê edalet di ser siyasetê re be

Yek ji wan kesên bertek nîşanî biryaran da Serokê Lijneya Rêveber ya Amedsporê Azîz Elaldî bû.

Elaldî di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de wiha got: “Biryarên di dosyaya Kobanî de hatine dayîn, biryarên siyasî ne. Divê edalet di ser siyasetê re be. Wijdana gel milkê edaletê ye.”