Giştî

Eleqeya mezin a welatiyan ji Xwaringeha Gel re

Welatî eleqeyeke mezin nîşanî pêkanîna Xwaringeha Gel a ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve ji bo pêşkêşkirina xwarinên paqij, xweş û erzan hat kirin, nîşan didin.

 AMEDTIMES- Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li gorî nêzîkatiya şaredariya civakî, li Taxa Kooperatîfan a navçeya Yenîşehîrê, li Kolana Hunerê Xwaringeha Gel vekir. Xwaringeha Gel a ku ji bo ferqa di navbera dabeşkirina dahatê de kêm bibe, ji bo xwarinên erzan, paqij, xweş û pêbawer pêşkêşî xelkê bajêr bike hat vekirin, ji bilî yekşemê her roj saet di navbera 12.00-18.00ê de xizmetê dide. Xwaringeha Gel a ku hevwelatiyên kêm-dahat û xwendekaran dê cihekî seradanê be, rojane bi xwarinên 4 celebî ji hezar kesî re xizmet dide. Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên xwe yên ji bo zêdekirina Xwaringehên Gel ên ku ji aliyê gel ve eleqeyeke mezin dibînin, didomîne.

Daxwazeke cidî ya gel heye

Endamê Lijneya Rêveberiya Şîrketa girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin MED A.Ş. Mahmut Bora da zanîn ku wan saet di 12.00an de dest bi xizmetê kir û heta êvarê saet 18.00an xizmetê dewam kir.

Bora diyar kir ku ji bo xwaringeha gel daxwazeke cidî ya gel heye û got ku ew rojane ji hezar kesî re xwarinê didin û gel jî memnûn e.

Hejmara Xwaringehên Gel dê bê zêdekirin

Bora destnîşan kir ku ew ê di demeke herî nêz de şaxên din jî vekin û wiha got: “Em dizanin ku aboriya Tirkiyeyê gihiştiye wê astê ku ji sedî 90ê nifûsê di bin sînorê xizaniyê de dijîn. Şaredariya me jî di vê mijarê de hesasiyeta pêwîst nîşan dide. Em ê li bajêr li 3-4 cihên din Xwaringehên Gel vekin. Em ê di demeke herî nêz de şaxên xwe yên din vekin. Niha em xwarinê didin hezar kesî. Em plan dikin ku bi destpêkirina zanîngehan re wê ev hejmar bibe 2 hezar kes."

'Vekirina vê derê ji bo gelê me gelekî baş bû'

Ji welatiyên ku hat xwaringehê Ozlem Gezgîn jî kêfxweşiya xwe ya ji ber vê xizmetê anî ziman û wiha got: “Ez bi heqdestê herî kêm dixebitim. Vekirina vê derê ji bo gelê me pir baş bû. Jixwe karkirin û debara jiyana bi mûçeya herî kêm gelekî zehmet e, şert û mercên jiyanê pir zehmet e... Vekirina vê derê ji bo aboriya me gelek bi fêde bû. Hem ji bo xwendekar û hem jî ji bo karmendan, yanî ji bo me pir baş bû. Em gelek spasiya şaredariya xwe dikin. Ez cara ewil hatim vir. Şêrînî, birinc, xwarin û dew pir xweş in. Ez hêvî dikim ku berdewam bike."

'Ew bûye xwaringehek ku em dikarin xizmeta herî baş bistînin'

Welatiyê bi navê Murat Şahîn Yurtsever jî diyar kir ku ew di sektora taybet de weke xebatkarê civakî dixebite û wiha got: “Ew xwaringeheke ku di şert û mercên aborî yên heyî de bi bihayekî erzan em dikarin xizmeta herî baş bi dest bixin. Xizmeta baş bû. Baş bû ku karmend dostane bû. Baş e, ez dixwazim berdewam bike." 

'Pêkanînên bi vî rengî baş in'

Abdurrahman Esgîn, anî ziman ku ew ji xizmetên ku tên kirin memnûn e û wiha got: “Pir xweş bû ku cihekî wisa vekirin. Ev şaredarî bi rastî şaredariya me ye. Zêdetir tiştên bi vî rengî divê bên kirin. Ez razî me. Ez roja şemiyê hatim, xwarin xweş e. Ez ji Sûrê têm. Ez welatiyekî astengdar im. Kesên wek min nikarin werin vir. Divê li Sûr, Baxlar, Şehîdlix û Malên Bêhnvedanê jî vekin. Pratîkên wiha baş in. Bi pereyê ku em didin xwarina ku li vir dixwin em nikarin li sûkê doner kebabekê bixwin."