Giştî

Êlih: Zarokek di quşxaneyê de asê ma

Li parêzgeha Êlihê zarokeke 2 salî dema ku dilîst ket quşxaneya bipîpik û tê de asê ma.

AMEDTIMES- Li gorî agahiyan li Êlihê zarokeke 2 salî dema di nav mitbexa malê de dilîst ket nav quşxaneya bipîpik û di nav de asê ma.

Her çiqasî dayikê hewl da keça xwe rizgar bike jî lê nikaribû.

Li ser agahdarkirinê tîmên hawarçûnê çûn cihê bûyerê û bi alîkariya çend amûran keçik ji quşxaneyê derxist.

Hat ragihandin ku rewşa tenduristiya keça bi navê Eslemê baş e.