Giştî

Fîlma "Jiyan" ya derhêner Zeki Demirkubuz bû namzeda Tirkiyeyê ya Oscarê

Fîlma "Jiyan" (Hayat) ya derhêner Zeki Demirkubuz, di nav Xelatên Akademiyê yên îsal da weke namzeda Fîlma Baştirîn ya Tirkiyeyê ya Navneteweyî hat nîşandan.

AMEDTIMES- Rêveberiya Giştî ya Sînemayê ya Wezareta Çand û Turîzmê wiha daxuyand, "Fîlma 'Jiyan' ya derhêner Zeki Demirkubuz di nav Xelatên Akademiyê yên îsal de weke namzeda Fîlma Baştirîn ya Tirkiyeyê ya Navneteweyî hat nîşandan. Fîlma ku wezareta me jî piştgiriyê didê ber bi xelata Oscarê va diçe, em serkeftinê dixwazin."