Gelo şewata li Amed û Mêrdînê ji ber çi derketiye?

Walîtiya Amedê û Wezareta Tenduristiyê şewata li Çinarê û Şemrexê wek “şewitandina pirêzeyan” binavkir  Lê Cîgirê Wezîrê Karên Navxweyî Munîr Karaloglû jî diyar kir ku wan sedema derketina şewatê hêj tespît nekirine.

AMED TIMES -  Di şeva 20'ê hezîranê de agir bi gundên girêdayî navçeya Çinara Amedê û navçeya Şemrexa Mêrdînê ket. Di şewatê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 70 kes jî birîndar bûn.

Walîtiya Amedê û Wezareta Tenduristiyê şewata li Çinarê û Şemrexê wek “şewitandina pirêzeyan” binavkir Lê Cîgirê Wezîrê Karên Navxweyî Munîr Karaloglû jî diyar kir ku wan sedema derketina şewatê hêj tespît nekirine. 

 Şêniyên herêmê û şahidên bûyerê diyar dikin ku şewat ji ber têlên ceyranê yên DEDAŞ'ê pêketiye.

Lê saziyên dewletê jî agahiyên cuda didin. Walîtiya Amedê û Wezareta Tenduristiyê diyar kirin ku sedema şewatê ji

“şewitandina pirêzeyan” pêk hatiye. Lê Cîgirê Wezîrê Karên Navxweyî Munir Karaloglu, daxuyaniya Wezîrê Tenduristiyê û Walîtiya Amedê derewand û anî ziman ku wan sedema şewatê tespît nekiriye.   

Karaloglu îdia kir ku wan bi lez mudaxileyî şewatê kiriye û ev agahî dan: "Di şewatê de 556 sewalên biçûk ango pez mirin. Li Amedê 8 hezar û 100 donim zevî şewitî. Hezar û 450 dolim zeviyên neçinî ne. 6 hezar û 550 donim jî zeviyên hatine çinîn. Li Mêrdînê jî 7 hezar donim zevî şewitî. 4 hezar donim nehatibû çinîn. 3 hezar donim jî hatibû çinîn.”

Karaloglu anî ziman ku lêpirsîna wan a der barê sedema şewatê de didome û Serdozgeriya Komarê dest bi lêpirsînê kiriye.