AMEDTIMES- Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, Baxçeyên Hevselê yên di Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCOyê de ne saxtî kir.
'Divê Baxçeyên Hevselê û Geliyê Dîcle bên parastin'
Bucak diyar kir ku ji bo Baxçeyên Hevselê û Geliyê Dîcleyê di bin parastinê de bimînin û li herêmê kar û barên neqeydkirî bên astengkirin, divê tîmeke kontrolê ya gerok bê avakirin.
Hevşaredar Bucak li Baxçeyên Hevselê bi cotkaran re hat cem hev û li daxwazên wan guhdarî kir.
Di kontrolên li Geliyê Dîcle û Baxçeyên Hevselê de, ligel Hevşaredar Bucak, Alîkarê Sekreterê Giştî Reşat Bakan û serokên daîreyan jî amade bûn.