Giştî

Hevşaredar Bucak li Çungûşê bi mixtar û welatiyan re hevdîtin pêk anî

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, diyar kir ku ew ê li navçeya Çungûşê bi muxtar û welatiyan re bên cem hev û pirsgirêkên taxan çareser bikin.

AMEDTIMES- Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, serdanên xwe yên li navçeyan berdewam dike. Hevşaredar Bucak ku li navçeya Çungûşê kontrol kir, Alîkarê Sekreterê Giştî Reşat Bakan, serokên daîreyan û endamên meclîsê jî tevlî wê bûn.

 Hevşaredar Bucak ewil li Taxa Yenîkoyê ya Çungûşê bi welatiyan re hat cem hev. Bucak di civîna li qehwexaneya taxê de bi welatiyan re sohbet kir û li daxwazên wan guhdarî kir.

Hevşaredar Bucak li mixtarên gundan guhdarî kir

Piştre Bucak li Midûriyeta Kooperatîfa Kredî û Garantiyê ya Eşraf û Esnafên Yenî Çungûşê bi muxtarên taxê re civiya û der barê pirsgirêkên taxan de bi muxtaran re nêrînên xwe parve kirin.

Yekîneyên peywendîdar hatin wezîfedarkirin

Hevşaredar Bucak daxwazên rê, av, kanalîzasyon û çûnûhatinê bi keya û welatiyan re nirxand û ji bo çareserkirina pirsgirêkan, yekîneyên pêwendîdar erkdar kir.

Hevşaredar Bucak: Em ê pirsgirêkan çareser bikin

Hevşaredar Bucak diyar kir ku rêveberiya qeyûm ev 8 sal in yek proje jî pêk neaniye û ji ber vê yekê di hemû binesaziyan de pirsgirêk heye. Bucak diyar kir ku dê hemû pirsgirêkan gav bi gav çareser bikin.