Hevşaredara Amedê Serra Bucak serdana Navenda Jiyanê ya Jinan kir

Hevşaredara Bajarê Mezin ya Amedê Serra Bucak, Navenda Jiyanê ya Jinan yê di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê de kar dikin ziyaret kir.

AMED TIMES- Hevşaredara Bajarê Mezin ya Amedê Serra Bucak, Navenda Jiyanê ya Jinan yê di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê de kar dikin ziyaret kir.

Hevşaredara Bajarê Mezin ya Amedê Serra Bucak, Navendên Jiyana Jinan yên ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê de kar dikin ziyaret kir.

Bucak çû serdana Navenda Jiyanê ya Jinan

Serra Bucak pêşiyê çû Navenda Jiyana Jinê ya li Parka Koşuyoluyê. Bucak di vir de kursên xwendin, nivîsandin û tekstîlê, salon, pirtûkxaneya zarokan û odeyên lîstikê ziyaret kir.

Wê derbarê xebatên ku li navendê tên kirin de ji berpirs û xebatkaran zanyariyan girt. Bucak demekê bi kursiyeran re sohbet kir û li ser xebatên jinan lêkolîn kir û li salonên lîstikê bi zarokan yarî kirin.

Piştre Hevşaredar Bucak çû serdana Navenda Jiyana Jinê ya Lalabey. Bucak li vir xebatên kursiyeran nirxand û ji hemû jinan re serkeftin xwest.