Hikûmetê derbarê Doza Kobaniyê de daxuyanî da

Biryarên Doza Kobaniyê hatin ragihandin û li siyasetmedaran ceza hat birin. Hikûmeta Tirkiyeyê derbarê Doza Kobaniyê de daxuyanî da.

AMED TIMES-  Alîkarê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Bulent Turan derbarê Doza Kobaniyê de daxuyanî da. 

Berpirsê AK Partiyê û Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Bulent Turan li ser biryarên Doza Kobaniyê daxuyanî da. 

Turan li ser hesabê xwe yê Xê got: 

“Me gotibû dê hesabê bê pirsîn!

Biryara îro:

Hiqûq û dadmendî bi tweetên romantîk ên ku ji girtîgehê têne avêtin bandor li adaletê nayê kirin.

Ji bo daxwazên xwe yên siyasî kes nikare kolanan provoke bike. 

Ti kes nikare nîzama giştî ji bo berjewendiya xwe yan ji bo berjewendiya rêxistinekê ku bi wî ve girêdayî ye bi kar bîne.

Biryarê nîşan da ku kî dibe bila bibe ti kes nikare di nava civakê de bibe sedema werankarî, mirin û bûyerên giştî û dê hesab bide. 

Her çendî kêfa hin kesan ne hatibe jî edalet pêk hat, beraat jî heye û ceza jî heye.

Bila ser xêrê be.”