Hişyariya ba û baranê ji bo çend bajaran hat dayîn

Ji bo hin bajarên Kurdan yên Colemêrg, Wan, Şirnex, Mûş û Bedlîsê hişyariya ba û baranê hat dayîn.

AMED TIMES-  Ji bo hinek bajarên Kurdan hişyariya ba û baranê hat dayîn.

Li gorî pêşbîniyên Saziya Meteorolojiyê pêleke ba û baranê dê çend bajarên bakurê welat bide ber xwe.

Tê texmînkirin ku 21ê Gulanê piştî nîvro li başûr û rojhilatê bajarên Colemêrg û Wanê, li rojhilatê bajarê Şirnexê û li bakur û rojhilatê parêzgehên  Mûş û Bêdlîsê barana gur bibare.

Hişyarî hat dayîn ku li hemberî lehî, birûsk, ba û baranê divê welatî bi baldar bin û tedbîrên pêwîst wergirin.