Hişyariya barîna tozê berdewam dike

Li gorî çavkaniyên Saziya Keş û Hewayê ya Tirkiyeyê ku çend roj berê welatî hişyar kiribûn, toza ku dihat payîn bibare, ji saetên şevê ve (29.04.2024) car din dest pê kir û gelek bajarên bakurê welat di bin bandora vê tozê de man.

AMED TIMES- Li gorî çavkaniyên Saziya Keş û Hewayê ya Tirkiyeyê ku çend roj berê welatî hişyar kiribûn, toza ku dihat payîn bibare, ji saetên şevê ve (29.04.2024) car din dest pê kir û gelek bajarên bakurê welat di bin bandora vê tozê de man.

Li gorî daxuyaniya ku 5 rojan beriya niha ji aliyê Saziya Keş û Hewayê ve hatibû dayîn, dê li bajarên bakurê welat yên wekî Diyarbekir, Dîlok, Riha, Êlih, Semsûr, Sêrt, Mêrdîn, Kîlîs û Şirnexê ewrê tozê bi bandor bibûya.

Piştî vê daxuyaniyê barîna tozê dest pê kir û li van bajarên navbirî bandora barîna tozê zêde bû. Hatibû diyarkirin ku dê ewrê tozê yê ji aliyê Efrîkaya Bakur ve were û ji bakurê welat ve têkeve Tirkiyeyê.

Di vê derbarê de ji aliyê tenduristiyê ve jî hişyarî hat kirin û ji nexweşên wekî astim, bronşit û yên ku ji nexweşîna pençeşêrê tên dermankirin hat xwestin ku bê maske dernekevin derve.

Her wiha di hişyariyên hatin kirin de hat xwestin ku extiyar û zarok dernekevin derve û hat zanîn ku gelek malbatan jî zarokên xwe ji ber vê tozê neşandine dibistanan.

Li aliyê din, tê payîn ku ji ber zêdebûna barîna tozê, navbera dîtinê kêm bibe û ev yek jî bandora xwe li çûnehata nav bajaran bike.