Giştî

Ji ber Narîna 8 salî ku li Amedê wenda bû apê wê hat binçavkirin

Ji ber Narîn Gurana 8 salî ku li Amedê wenda bû apê wê S.G. ku mixtarê gund e hat binçavkirin.

AMEDTIMES- Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ji bo Narîn Gurana di 21ê Tebaxê da li Tavşantepeya navçeya Baxlarê wenda bû lêpirsîna xwe didomîne.

Ji ber delîlên nû S.G.yê mixtarê Çuluyê û apê Narînê hat binçavkirin.

Şikbar birin qereqola cendirmeyan.