Giştî

Ji bo gundê Kurdomerana Sûrê 14 hezar û 780 metre xeta avê hat çêkirin

Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navçeya Sûrê bo gundê Kurdomera û gundikên girêdayî wê, 14 hezar û 780 metre xetên nû yên ava vexwarinê danîn.

Rêveberiya Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) bi proje û xebatên ku ji bo navçe û taxên gundewarî hatine amadekirin, pirsgirêka ava vexwarinê çareser dike.

Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ ya ku di vê çarçoveyê de projeyan dimeşîne, ji bo çareseriya pirsgirêka ava vexwarinê ya ku bi salan e li gundê Kurdomerana navçeya Sûrê gundên girêdayî wê heye, xebatek pêk anî.

Xebatên danîna xetê qediyan

Di projeya ku ekîbên teknîkî yên DÎSKÎyê dabûn destpêkirin de 14 hezar û 780 metre xebatên danîna xeta ava vexwarinê ya nû hat temamkirin. Xebata çêkirina depoya avê ya bi qebareya 100 metrekup dewam dike.

Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎyê dê di demeke kin de projeyê biqedîne û li gundê Kurdomera û 3 gundikên girêdayî wê ava bênavber û saxlem werbigire.