Giştî

Ji Şaredariya Dem Partiyê ji bo jinan piştgirîyeke mezin: Îzna regle û vaksına HPVyê

Şaredariya Tuşbayê ku di destê Dem partiyê de ye ji bo jinên ku dişuxilin destûra bêpere dide û vaksîna HPVyê(penceşêra deve malzarokê)

AMED TIMES – Li Şaredariya Tuşbayê ya Wanê ji bo mafên civakî ya xebatkarên jin baştir kir. Şaredariya ku di destê Dem Partiyê de ye hevpeymanî Tüm Bel-Sen îmze kir bo rewşa xebatkarên jin baştir bike.

Ji bo karkerên jin destûra reglê û vaksîna HPVyê bêpere

Li gor protokola hevpeymaniya nû êdî karkerên jin dikarin destûra reglê kar bînin. Xeynî van di 8ê Adarê Roja Jinên Cihanê û 25ê Mijdarê ya Roja Hembersekinandina Tundiya li ser Jinê destûra îdarî dê kar bînin.

Li gor protokola nû vaksîna HPVyê ya bêpere jî ji bo karkerên jinan dê were kirin. Xeynî vê jî jinên ku diwelidin xeynî destûr fermî ya dêtî heşt heftan jî destûr bi pere dikarin kar bînin.

Ji bo karkerên astengdar jî destûra îdarî û piştgirî dê were dayin

Li gor hevpeymaniyê karkerên astengdar di rojên 10-16ên gulanê hefteya astengdaran de û 3yê berfanberê de roja astengdaran ya cîhanê de bi destûra îdarî kar bînin. Bo îzna karkerên ku xizmên wan ya di asta yekemîn de(dê, bav, hevjîn, zarok) û astengdar in hêsanî were kirin. Xeynî van di 1ê Gulanê Roja Karkeran de hemû karker bi destûr in.