Giştî

Jinên miteşebis ên Geverî dest bi çinîna nokan kir

Li Gevera navçeya Colamêrgê endamên Koperatîfa Pêşketina Çandinî û Jinan a DEMETERê dest bi çinîna nokan kir.

AMEDTIMES- Jinên ku endamê koperatîfê ne, li gundê Sînavayê ku 17 kîlomêtre dûrî navçeyê ye, ser 7 donîmî nok danîn. Piştî ku nok gihîştin, jinan dest bi çinîna nokan kir. Jin qismekî nokan ji bo xwe vediqetînin, qismê mayî jî difiroşin.

Qaymeqamê Geverê Mustafa Akin jî jinên ku di zeviyê da dixebitin, ziyaret kir û bi wan ra nok çinîn.

Ji endamên koperatîfê Derya Taşarê got ku ew bi malê ve vî karî dikin û wiha dewam kir, "Me berê ji bo xwarina malê nok diçandin. Bi DEMETERê ra em vî karî baştir û profesyoneltir dikin. Em bi hilberîna nokan va piştgiriyê didin civakê."