Giştî

Kabîneya Tirkiyeyê li Bedlîsê dicive

Kabîneya Tirkiyeyê bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan li navçeya Xelatê ya parêzgeha Bedlîsê dicive.

AMEDTIMES- Li parêzgeha Bedlîsê di navbera 23 û 26ê Tebaxê de li navçeya Milazgirê ya parêzgeha Mûşê bi armanca pîrozkirina 953emîn salvegera şerê Milazgirê çalakî tên kirin.

Herwiha civîna kabîneyê jî bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan roja Yekşemê li navçeya Xelatê ya Bedlîsê tê kirin û Erdogan 2 rojan li wê derê dimîne.

Serokê Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê Fahrettîn Altun li ser medya civakî peyamek belav kiriye û got:

“25 û 26ê Tebaxê di çarçoveya çalakiyên 953emîn salvegera Serkeftina Malazgirtê de Serokkomarê me Recep Tayyîp Erdogan dê here serdana Xelat û Malazgirtê û roja Yekşemê dê civîna kabîneyê bê kirin.”

Sala borî jî Erdogan ligel çend wezîran beşdarî çalakiyên li Xelatê bûbû.