Giştî

Kamala Harris: Ez ambargoyê danaynim ser Îsraîlê

Namzeda Demokratan Kamala Harrisê diyar kir ku ew ambargoya çekan danayne ser Îsraîlê.

AMEDTIMES- Li Amerîkayê dê 5ê Çiriya Paşîn hilbijartinên serokatiyê werin kirin. Kamala Harris piştî namzedbûna xwe cara ewil ji CNNê re axivî.

Harrisê êrişa 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan a Hemasê bi bîr anî û got ku mafê Îsraîlê yê xweparastinê heye.

“Divê ev şer xelas bibe”

Namzeda Demokratan li ser mijara ku “Gelek Demokrat dixwazin Amerîka ambargoya çekan deyne ser Îsraîlê” jî got:

“Di polîtîkaya çekan de ti guherîn çênabin. Divê em niha peymanê ji hev safî bikin û dîlan rizgar bikin, divê ev şer xelas bibe.

Ez bi eşkereyî bibêjim, fikra min a li ser şiyana xweparastinê ya Îsraîlê qewîn e û naguhere.”

Kamala Harrisê li ser projeyên xwe jî diyar kir ku dê “enflasyonê kêm bikin, alîkariya ji bo zarokan zêde bikin û krediyê bidin kesên ku cara ewil xaniyekî bikirin.”

Li gorî anketa dawî ya ku ji aliyê New York Timesê ve hatiye belavkirin, Kamala Harris ji sedî 49ê dengan û Donald Trump jî ji sedî 45ê dengan distîne.