Kesên ku kundê birîndar di valahiya hewayê ya avahiya Walîtiyê de dîtin, agahî dan tîmên Rêveberiya Şaxa Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî (DKMP).
Tîm ketin avahiyê û teyrikê birîndar ji bo dermankirinê birin şaxê.
Kundê ku ji aliyê beytar Mehmet Yıldız ve hat dermankirin, ber bi siruştê ve hat berdan.