Li 14 bajaran qedexeya hemû cure çalakiyan hat ragihandin

Li 12 bajarên Kurdan û li 2 jî bajarên Tirkiyeyê qedexe hat ragihandin. Li gorî qedexeyê, hemû çalakiyên mîna xwepêşandan, meş, grev, civîn, vedana kon û standan dê 4 rojan qedexe bin.

AMED TIMES-  Li 12 bajarên Kurdan û li 2 jî bajarên Tirkiyeyê qedexe hat ragihandin.

Li bajarên Amed, Mêrdîn, Bedlîs, Dêrsim, Êlih, Sêrt, Çewlîg, Agirî, Mûş, Şirnex, Qers û Colemêrgê hemû çalakî wê 4 rojan qedexe bin.

Herwisa, li bajarên Edene û Îzmîrê yên Tirkiyeyê jî qedexe hat ragihandin. Walîtiyên 14 bajaran ragihand ku qedexeyê îro dest pê kiriye û wê heta 20ê Gulanê demjimêr 29:59an berdewam bike.

4 roj hemû cure çalaki qedexe ye 

Li gorî qedexeyê, hemû çalakiyên mîna xwepêşandan, meş, grev, civîn, vedana kon û standan dê 4 rojan qedexe bin.

Wekî din ev bi salan e li bajarê Kurdan bi berdewamî qedexe tên ragihandin.

Biryarên Doza Kobaniyê 

Piştî ku doh biryarên Doza Kobaniyê hatin eşkerekirin û dadgehê cezayên giran dan gelek siyasetmedarên Kurd ên wekî Selahattîn Demîrtaş qedexe zêdetir û berfirehtir dibin.