Li Agiriyê agir bi zêviyên cotkaran ketiye!

Piştî Amed, Mêrdin û Rihayê îcar jî li navçeya Panosê ya Agiriyê, agir bi erdên çandiniyê ketiye û giyayê cotkaran şewitîye.

AMED TIMES -    Li herêmê ji ber germahiya zêde û hewaya hişt agir bi zevîyên cotkaran dikeve.

Piştî Amed, Mêrdin û Rihayê îcar jî li navçeya Panosê ya Agiriyê, agir bi erdên çandiniyê ketiye û giyayê cotkaran şewitîye.

Li gundê Kûbikê yê Panosê ji ber serdemeke nediyar agir bi erdê çandiniyê ket.

Di encamê vê şewatê de giyayê cotkaran ê dirûtî şewitî û zerareke zêde çêbû.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê çûn cihê şewatê û agir bi alîkariya gundiyan hat vemirandin.

20ê vê mehê jî di navbera navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de şewateke mezin çêbû.

Ew şewat bû sedema wefata 15 kesan û xisareke gelekî mezin a madî.