Giştî

Li Agiriyê cotkar ji bo debara zivistanê ya heywanên xwe şev û roj dixebitin

Li Avkevira navçeya Agiriyê cotkar ji bo debara zivistanê ya heywanên xwe şev û roj di zeviyan da dixebitin

AMEDTIMES- Ji ber ku zivistana bajêr dirêj e, rêncber debarê zêde didin ser hev ku zivistanê têrê bike. Ji bo vê jî seranserê havînê dixebitin ku debarê bidin ser hev. Cotkar bi makîneyên dirûnê û tirpanan gîhê didirûn, piştî ku gîha hinekî li ber tavê hişk dibe, îcar dixin texe û balye. Paşê gîhayê xwe bi traktoran dikişînin û nêzî malên xwe lod dikin.