Giştî

Li Agirîyê gulberojk zeviyan zer kirine

Di salên dawîn de bi piştgiriya dewletê çandina gulberojkan jî zêde bû.

AMEDTIMES- Rêvebirê Çandinî û Daristanê yê Bajêr Mehmet Huseyînoglu li nêzî gundê Amatê ku gulberojkan lê diçînin, geriya û bi cotkaran ra civiya.

Huseyînoglu got ku gulberojk di germ û sermayê de pir li ber xwe dide û zûbizû xerab nabe.

Huseyînoglu destnîşan kir ku pêdiviya gulberojkan zêde bi av û gubreyê jî tuneye û wiha dewam kir, "Di sala 2021an de li ser 23 dekarî hat çandin, îsal ev derket 35 dekarî."

Huseyînoglu diyar kir ku ew timî ligel cotkaran in û wiha dewam kir, "Par bi tevahî 3 milyon lire piştgiriya cotkaran hat kirin. Gulberojk nêzî 120 rojan de digihêjin. Li bajarê me dirûna wê di meha îlonê de tê plankirin."