AMED TIMES- Li navçeya Bazîdî ya Agiriyê otomobîlekî pêşî li otomobîlê xist û paşê li lehweya trafîkê qelibî. Di encama vê qezayê de 4 kes birîndar bûn.
Otomobîla ku Î.Y dijaot li ser rêya Îdirê li xaçerêyê li otomobîla ku O.D diajot xist û paşê jî li lehweya trafîkê xist.
Li ser agahdarkirina welatiyan, ekîbên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Di qezaya trafîkê de ajokar Î.Y û C.Y, C.B. û B.Y. birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansê veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê.