Giştî

Li Almanyayê êrişa çekdarî: Kesek ji aliyê polîsan ve hat kuştin

Li bajarê Munîhê yê Almanyayê polîsan li nêzîkî Konsulxaneya Îsraîlê gule li kesekî çekdar reşandin.

AMEDTIMES- Polîsê Munîhê di daxuyaniyekê de diyar kir ku polîsan gule li kesekî gumanbar reşandine lê agahiyên berfireh nedan.

Hat diyarkirin ku gumanbar di pevçûna çekdarî de hatiye kuştin.

Cihê bûyerê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin û lêpirsîn hat destpêkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê eyaleta Bavyerayê Joachim Herrmann da zanîn ku êrişkar hatiye kuştin.

Hat diyarkirin ku kesekê ku çeka lûledirêj di destan de bû li deverê hatiye dîtin û li ser vê yekê 5 polîsan bi çekên xwe gule lê reşandine.

Polîsan derdora Karolinenplatzê ya nêzîkî navenda bajêr dorpêç kir.

Li gorî nûçeyên herêmî, piştî pevçûnê, polîsan biryar da ku ewlehiya sînagoga sereke ya Munîhê zêde bike.

Konsulê Îsraîlê Talya Lador spasiya polîsan kir û got, ev bûyer nîşan dide ku “zêdebûna antîsemîtîzmê çi qasî xeternak e.”

Herrmann da zanîn ku eşkere ye bûyer bi Amerikahausê ve girêdayî ye lê ev yek nehatiye piştrastkirin.

Amerikahaus pêşangeh û bernameyan li ser têkiliyên bi Amerîkayê re organîze dike.

Wezîra Karên Navxwe ya Almanyayê Nancy Faeserê jî got ku parastina saziyên cihûyan û Îsraîlê karê sereke ye.