Giştî

Li Amed a ku wek "Binkeya tenduristiyê" tê pênasekirin, li nexweşxaneyekî dîsa skandalekî xwarinê rû da

Li xelekên skandalên ku li nexweşxaneya dewletê ya Amedê (Diyarbekirê) pêktên, yeka nû zêde bû. Li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê di nav tirîyê ku ji bo xebatkarên tenduristiyê hat belavkirin de, salyangoz (şeytanok) derket.

AMED TIMES – Li Amed a ku di nav 6 mehande, milyon û nîv nexweş lê tên tedawî kirin û wek "Binkeya tenduristiyê" tê pênase kirin, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê di nav tirîyê ku bo tenduristkaran hat belav kirin de şeytanok derket.

Li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl ku rojane bi sedan kes lê tên tedawî kirin û Wezareta Tenduristiyê bi pesindarî behsa wê dike skandalekî xwarinê yê nû derket holê. 

Heman nexweşxane di demên nêzîk yên berê de jî, ji ber tenduristkar bi xwarinê nexweş ketibûn hatibû rojevê. 

"Bi saya wan me sîsîrik (qêzika hemamê) jî xwar" 

Sendîqaya Kedkarên Tenduristiyê ya Amedê (SES-Amed) jî li ser hesabên xwe yê medya civakî peyamekî belav kir û Wezareta Tenduristî û Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl etîket kir. 

Di parvekirina SES Amedê de îroniyeke wiha hat kirin; "Em sipasî kirina îdareya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê wek deyndarî (qerdarî) dibînin, heta îro bi saya wan, me kêzik, kurmik, sîsîrk xwaribû, bi vî awayî bû kismet ku em şeytanok jî bixun."

Meha borî li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê ji ber xwarina ku ji bo tenduristkar û nexweşan hatibû belav kirin 300 kes nexweş ketibûn û di der barê buyerê de lêpirsîn hatibû dest pê kirin.