Li Amedê agir bi zeviya genim ket: Makîneya dirûnê şewitîn

Li navçeya Çinarê ya Amedê ji ber sedemeke nehat zanîn agir bi erdê genim ket û di encamê de 50 donim genim û makîneya dirûnê şewitîn.

AMED - Li navçeya Çinarê ya Amedê ji ber sedemeke nehat zanîn agir bi erdê genim ket û di encamê de 50 donim genim û makîneya dirûnê şewitîn.

Li gundê Kormişeviranê yê Çinarê îro ji ber sedemeke nediyar agir bi erdê genim ket ku makîneya dirûnê jî di nav de bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê. Agir ji aliyê tîman û welatiyan ve hat vemirandin.

Di encamê de 50 donim genim û makîneya dirûnê şewitîn.