AMED TIMES- Li Amedê agirê ku bi pirêzeyan ket bi midaxeleya ekîban hat temirandin.
Li navçeya navendî ya Kayapinarê agir bi pirêzeyên di navbera xaçerêyên Mezopotamya û Firatê da ket.
Piştî ku kesên hazir agahî dan Navenda Hawarê ya 112 Bilez, ekîbên îtfaiye û polêsan bo deverê hatin sewqkirin.
Bi xebata ekîban a 6 wesayîtên midaxeleya bûyerên civakî (TOMA) yên Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê jî beşdarî kirin, şewat hat temirandin.
Her wiha li herêmê xebatên şilkirina kûziyan didomin.