Giştî

Li Amedê Amîneya ku otomobil lê qelibî bû jiyana xwe ji dest da

Li Amedê Amîneya 9 salî li qezeya tirafîkê de bi giranî birîndar bû û 6 rojan ber xwe da lê mixabin vê sibê jiyana xwe ji dest da.

AMED TIMES – Qeza li taxa Goksuya Bismilê ya Amedê di 26ê tebaxê de li ser rêya Amed-Bismil-Batmanê pêk hat, Amîne Altun xwest ku derbazî hemberê rê bibe otomobîla bi pilakaya 34 GC 8364 lê qelibî. Amîne di qezayê de bi giranî birîndar bû.

Piştî bûyerê tîmên tendûristiyê û cendirme sewqî bûyerê bûn. Piştî mudaxeleya ewil ya tîmên tendûristiyê rakirin nexweşxaneya Bismilê ji wir jî birin Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê.

Tedawiya Amîneyê dewam dikir lê vê sibê Amîneya biçûk jiyana xwe ji dest da, piştî karen otopsiye Amîneyê li goristana Goksuyê hat definkirin. Lêpirsîna derheqê qezayê jî dewam dike.